Li Elmanyayê, lîberal ji danûstandinên koalîsyonê vekişiyan

Danûstandinên koalîsyonê yên li Elmanyayê ku ev du meh in di navbera CDU/CSU û Partiya Keskan de tên kirin, qut bûn. Lîderê partiya lîberal FDP Lînder nîvê şevê danûstandin terikand û got, "Di navbera me de pirsgirêka baweriyê heye."

Danûstandinên avakirina hikumeta koalîsyonê ya bi lîderiya Seroka Giştî ya Yekîtiya Demokratên Xiristiyan (CDU) Angela Merkel, vê hefteyê gihîştibû qonaxa dawî.

Metna lihevkirinê ya hikumeta bi navê "Jamaîka" ku ji CDU, FDP û Partiya Keskan pêk were, tê payin ku vê hefteyê biqede. Ji ber rengê reş ê CDU/CSU, rengê zer ê FDP û rengê kesk ê Keskan ku dişibe rengê ala Jamaîka, ji vê modela hikumetê re 'koalîsyona Jamaîka' tê gotin.

Ji bo nakokiyên navbera van partiyan ji holê were rakirin, rêveberên wan duh êvarê li hev rûniştin. Lê belê lîderê FDP'ê Chrîstîan Lîndner hevdîtin terikand û danûstandinên li ser koalîsyona Jamaîkayê qedand. Lîndner anî ziman ku ji bo rêvebirina welêt îradeyeke hevpar dernerketiye holê û got, "Di navbera me de pirsgirêka baweriyê heye. Me kir nekir ev pirsgirêk ji holê ranekir."

Lîderê FDP'ê ji ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyanî da û ev peyam nivîsan "Nerêvebirin ji rêvebirineke şaş baştir e." Berdevkê Koma FDP'ê Nîls Droste jî nîvê şevê daxuyaniyek da û ragihand ku partiya wan ji danûstandinan vekişiya ye.

Rêveberên partiyên din jî FDP'ê bi bilêvkirina gotinên populîst sûcdar dikin. Çav li rê bû ku danûstandinên ji bo avakirina koalîsyonê duh êvarê biqediya. Partiyên navborî hefteya bihurî cara sêyan li hev civiyabûn û li ser mijarên penaberiyê, germahiya global û enerjiyê kirin nekirin li hev nekirin.

Ji ber ku hevdîtinên duh jî bê encam man û FDP'ê bi rengekî 'surprîz' danûstandin qedand, dibe ku hilbijartineke pêşwext bikeve rojevê. Ji ber ku SPD a ku bi demokratên Xiristiyan re du serdeman hikumeta koalîsyona mezin kir biryar da ku piştî hilbijartina îsal di hikumetê de cih negire. SPD xwest li meclîsê bibe partiya mûxalefeta bingehîn.