Li Ehrezê mamosteyê zimanê Kurdî hate revandin
Li Ehrezê mamosteyê zimanê Kurdî hate revandin
Li Ehrezê mamosteyê zimanê Kurdî hate revandin
Li bakurê Helebê bajarokê Ehrezê, komên çekdar duh êvarî mamosteyê Zimanê Kurdî Zekeriya Ebdilmecîd Beşar û birayê wî Ednan, revandin. Çavkaniyên herêmî dan xuyakirin ku komên çekdar di heman demê de xwe amade dikin êrîşî bajarokê Ehrezê bikin ku piraniya şêniyên wê Kurd in.
Çavkaniyên herêmî yê ji bajarokê Ehrezê diyar kirin ku nêzî 100 çekdarên komên çete yê girêdayî Meclisa leşkerî ya Helebê û Eniya El-Nusra, duh êvarî saet 3`ê berê sibê bi wesayîtên doçka êrîşî bajarokê Ehrezê yê 25 km bakurê Helebê ye kirine. Çekdaran li bajarok kesê bi navê Zekeriya Ebdilmecîd Beşar ku mamostayê Zimanê Kurdî ye û birayên wî Ednan revandine.
Li aliyekî din çanvkaniyê nêzî artêşa azad diyar kirin ku, Meclîsa leşkerî ya Helebê bi alîkariya Eniya El-Nusra, Lîwa El-Tewhîd û Tabûra El Rebî El- Erebî amadekriyên xwe dikin ku di saetên pêş de li Ehrezê û hin gundên derdorê dest bi revandina kurdan bikin.
Çavkaniyan diyar kir ku di lîsteya komên çekdar de navê 70 kesên ji bajarokê Ehrezê heye.