Li Efganistanê Talibanê li biryargeha leşkerî da

Tevgera Talîbanê diyar kir ku li Gardezê ya ku navenda rêveberiya Paktiyayê ya li Efganistanê ye, wan li dijî artêşê çalakiyek li dar xistine.

Dema ku hikumeta Efganistanê daxuyanî dida ku wan li dijî Talîbanê operasyoneke leşkerî dane destpêkirin, Talîbanê li Gardezê li avahiya artêşê da.

Li gorî Wezareta Parastinê êrîş saet di 08.30’an de bi kamyoneke tijî bombe hatiye kirin.

Wezaretê diyar kir ku di êrîşê de 5 kesên sivîl mirine, 5 personelên leşkerî jî di nav de 20 kes birîndar bûne.

Talîbanê jî diyar kir ku wan gelê sivîl nekirine hedef û got, “Gelek leşker mirine û birîndar bûne.”

Berdevkê Talîbanê Zabîhûllah Mucahîd got ku “Piştî îlankirina operasyonê li dijî biryargeheke leşkerî ya girîng a rêveberiya Kabîlê êrîşek pêk hatiye.”

Du roj berê jî li dijî nexweşxaneyeke li Kabîlê êrîşk hatibû kirin û 24 kes miribûn.

Di heman rojê de êrîşî merasîma cenaze ya polîsekî hatibû kirin û 32 kes miribûn. Çeteyên DAÎŞ’ê ev êrîş li xwe girtibûn.

Li gorî peymana di navbera DYE û Talîbanê divê hikumeta Efganistanê û Talîban di 10’ê Adarê de dest bi muzakereyan bikirina lê ji ber guherandina dîl û hêsîran hevdîtin pêk nehat. Bi van şerên dawîn re pêkhatina muzakereyan jî êdî ne diyar e.