Li DYA’yê 366 roj ceza ji bo du alîgirên Erdogan hate birîn

Ji doza têkildarî êrîşa parêzvanên Erdogan a Gulana 2017’an a li DYA’yê ya li ser xwepêşandana aştiyane, ji bo 2 alîgirên Erdogan salek û rojek cezayê girtîgehê hate dayîn.

Êrîşkarên bi navê Sînan Narîn û Eyûp Yildirim, li pêşiya dagehê sûcên xwe erê kirin. Her du jî ji sûcê êrîşkirin û birîndarkirinê hatin tewanbarkirin.

Daraz Marîsa Memeo, cezayê hatî dayîn erê kir. Ji bo êrîşkaran 366 roj cezayê girtîgehê hate dayîn. Pêvajoya girtinê li ber çav hate girtin, tê payîn ku di hefteyên pêşiya me de ji girtîgehê bên berdan.

Doza têkildarî mijarê tenê 2 kes hatin mehkûmkirin. Sûcdarên din ên parêzvanên Serokkomar Erdogan bûn. Lêpirsîn di derbarê 11 parêzvanên Erdogan de bi awayekî veşartî hate bidawîkirin. Nexasim êrîş û tundiya parêzeran bi dîmen û şahidan di dosyayan de hatibûn bicihkirin.

Ji ber sedemên dîplomatîk di vê dozê de bi temamî di derbarê 19 kesan de lêpirsîna sûc hebû. Ji van 15 parêzvanên Erdogan bûn.

16’ê Gulana 2017’an dema Erdogan serdana DYA’yê kir, li vir Erdogan fermandabû parêzerên xwe û êrîş Kurdên ku xwepêşandaneke aştiyane lidarxistibûn, kirin. Di dîmenên hatibûn parvekirin de, piştî ku parêzvan bi Erdogan re daxivin û şûnde êrîş pêk tê.