Li DYA’yê bûyera bi guman: Parêzvanên Erdoğan hatin berdan!

Di doza parêzvanên Erdoğan de ya ku ji ber parêzvanan li DYA’yê êrîşî çalakiyên aştiyane kiribûn, tiştekî bi guman pêk hat. Dozger dev ji sûcdariyên li ser parêzvanan berda.

Li gorî Wall Street Journalê sûcdariyên li ser parêzvanên Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoğan, beriya serdana wezîrê karê derve yê kevn Rex Tillerson a li Enqereyê bi paş ve hate kişandin. Bi gotineke din di 14’ê Sibatê de dev ji sûcdariyê hatiye berdan û tu daxuyanî nehatiye dayîn. Tillerson di 13’ê Adarê de ji aliyê Serokê DYA’yê Donald Trump ji kar hatibû stendin û ji dêvila wî patronê CIA’yê Mike Pompeo hatibû.

Li gorî nûçeya rojnameyê rêveberiya DYA’yê ji bo aloziya wan a bi Tirkiyeyê re kêm bikin, dev ji sûcdariyê berdane. Li gorî nûçeyê dozgeran di meha Mijdarê de sûcdariyên li ser çar parêzvanan bi paş ve kişandiye. Di 14’ê Sibatê de sûcdariyên li ser heft kesan jî bi paş ve kişandiye. Di vê bûyerê de bi giştî 15 kes dihatin sûcdarkirin. Dozger diyar kiribû ku sûcdariyên li ser çar kesan jê jî didome, lê ev her çar kes yek jî ne girtî ne.

Wall Street Journalê diyar kir ku şefê koma parêzvanên Erdoğan jî serbest hatiye berdan.

Rayedarên Amerîkayê diyar kirin ku tu kesan li ser dozgeran zext nekirine.

Di Gulana sala borî de komeke çalakvanan xwestin hatina Erdoğan a Washingtonê protesto bikin û parêzvanên Erdoğan şîddet li vê komê kiribû. Di dîmenan de dihat dîtin ku parêzvan piştî ku bi Erdoğan re diaxivin, êrîşî çalakvanan dikin. Di vê bûyerê de 9 çalakvan birîndar bûbûn. Di heman demê de polîsekî Amerîkayê û du endamên servîsa nepen jî birîndar bûbûn.

Gelek rayedarên Amerîkayê nerazîbûn nîşanî vê şîddetê dabûn û ji Trump xwestibûn ku sefîrê Tirkiyeyê dersînor bikin. Rayedarê polîsan Peter Newsham jî diyar kiribû ku êrîş ji aliyê çalakvan nehatibû provekirin û parêzvanên Erdoğan yekser êrîşî çalakvanan kiriye.