Li dijî binpêkirin û êrîşên Tirkiye Kazimî vexwendin parlementoyê

Di demekê de êrîşên dagirkeriya Tirk a li Başûrê Kurdistanê û binpêkirina serweriya xaka Iraqê parlementeran daxwaznameyek îmze kirin û Serokwezîrê Iraqê Mûstefa Kazimî vexwendin Parlementoya Iraqê.

43 parlementerên Iraqê îmze avêtin binê daxwaznameyek û xwestin Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li parlementoyê têkildarî êrîşên dewleta Tirka li ser Başûrê Kurdistnaê û binpêkirinên serweriya xaka Iraqê agahiyan parve bike.

Parlementera YNK’ê ya Parlementoya Iraqê Rêzan Şêx Dilêr îmzeya 43 parlementeran kom kir, Serokwezîr Mistefa Kazimî ji bo çend mijarek vexwênin parlementoyê.

Parlementer daxwaz ji Kazimî dike ku li ser êrîş û bûyerên welatên cîran ên li ser xaka Iraqê û dîsa binpêkirina serweriya xaka Iraqê agahî parve bike.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji 23’yê Nîsana 2021’ê û vir ve êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dike. Her wiha artêşa Tirk a dagirker rêz ji serwerî û xaka Iraqê re nagire. Ev jî kiriye ku di asta herêmî û Iraqê dîsa raya giştî ya Kurd û Erebî de rê li ber nerazîbûnan vebe.