Li Darmstadt, Lîmassol û Bernê şehîd hatin bibîranîn

Bajarê Elmanya Darmstadt, li bajarê Lîmasol ê Kibrisê û li bajarê Bern ê Swîsrê şehîdên Kurdistanê hatin bibîranîn.

Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê Emine Onal (Karli Bager) a sala 2018’an şehîd bûyî, hate bibîranîn.

Di merasîma şehîdan a li avahiya NCDK’ê ya Darmstadtê  pêk hatî, ligel malbatê, xizmên wê gelek kes tevlî bûn. Di merasîmê de li ser navê malbata Onal, mamê Emîne Onalê axivî û got, “Ji destpêka Tevgera azadiyê heta niha em weke malbatî di nav Tevgera azadiyê de ne û ji niha şûnde jî em ê bi heman awayî di nav de bin.Em weke malbata Onal, şehîdên xwe bi rêzdarî bibîr tînin û soz didin ku em ê têkoşîna wan bigihînin serkeftinê.”

Siyasetmedarê Kurd Kemal Aktaş jî di merasîmê de axivî û got, “Yek ji sedema hebûma me jî ew e ku di kesayetiya Emîne Onal de berxwedana şehîdên me ye. PKK, partiya şehîdan e. Emînê nîşanî me hemûyan daye ku heta dawî xwedî li têkoşîna xwe derketiye. Dîsa lehengiya Leyla Guven a ketî greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger li ber çavan e. Şehîdên me, rêberên riya me ne. Em ê li ser riya wan bimeşîn.”

Çekdar Cizîr jî bi telefonê tevlî çalakiya greva birçîbûnê yali bajarê Strasburg ê Elmanyayê bû û got, “Em bi rêzdarî şehîdên xwe bibîr tînin û soz didin ku em ê li her devera dinyayê bi çalakiyên cur bi cur têkoşîna şehîdên xwe bimeşînin.”

Endama TJK-E’ê Zozan Serhed û Berdevkê Federasyona Civaka Demokratîk Emin Deniz jî axivîn. Bal kişandin li ser têkoşîn û berxwedana şehîdan.

LÎMASOL

Li bajarê Lîmasol ê Kibrisê şehîdê Dêrazorê Hiznî Nabo hate bibîranîn û ji malbatê re sersaxî hate xwestin. Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir û bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” bi dawî bû.

BERN

Li bajarê Bern ê Swîsrê pêşengê şoreşa Rojava Xebat Dêrik û berxwedêrên serdemê Avesta Xabûr û Barîn Kobanê hatin bibîranîn.

Merasîma bi bîranînê ya ji hêla PYD a Swîsreyê û Komîsyona Malbatên Şehîdan ve hatî lidarxistin, bi merasîma rêzgirtinê destpê kir û şehîd hatin yadkirin.

Li ser navê PYD a Swîsrê Zozan Dêrik, Dayika Avesta Xabûr Emîne Hemo û Komîsyona Malbatên Şehîdan axivîn û qala jiyan û têkoşîna şehîdan kirin. Di merasîma bibîranînê de, di serî de Leyla Guven, hemû berxwedêrên zindanan ên ketî greva birçîbûnê hatin silavkirin û hat diyarkirin ku ev berxwedana didome wê teqez bi ser bikeve.

Merasîm, bi pêşandana sînevîzyonê bi dirûşmeyên “Şehîd namirin!” bi dawî bû.