Li cîhanê nêzî 5 milyon kes bi Covîd-19'ê ketine

Hijmara pêketiyan giha 5 milyonan, heta niha ji 320 hezarî zêdetir kes mirine.

Li tevahiya cîhanê heta niha 4 milyon û 924 hezar kes bi Covîd-19'ê ketine. Kesên ku ji ber Covîd-19'ê mirine heta niha ji 320 hezarî bihurî ne.

Bîlançoya herî pir li DYE'yê giran bûye. Li Emerîkayê 1 milyon û 550 hezr kes pêk etine û 92 hezar kes mirine.

Rayedarên Tirk her çendî hijmarên pêketî û miriyan rast nedin, ser binixumînin heta niha 150 hezar û 593 kes bi Covîd-19'ê ketine û 4171 kes pê mirine. Saziyên fermî her çendî van daneyan didin jî guman li ser van reqeman hene û tê gotin hijmara pêketî û miriyan gelekî ji ya heyî zêdetir e.

Ji bilî Emerîkayê hijmara pêketî û miriyan herî pir li parzemîna Ewropayê zêde ye.

Li Italyayê heta niha 32 hezar bi Covîd-19'ê mirine.

Li Spanyayê 27,709, li Ingilistanê 34,796, li Fransayê 28,239, li Elmanyayê 9,123, li Belçîkayê 9,108 kes heta niha ji ber vîrûsa nû ya koronayê mirine.

Li Hollandayê 5,715, li Swîsreyê jî 1,886 kes ji ber eynî nexweşiyê mirine.

Ji bilî Emerîka, Ewropayê û Tirkiyê her wiha li Rûsyayê jî hijmara pêketî û miriyan a ji ber Covîd-19'ê zêde ye.

Li Rûsyayê heta niha 299 hezar û 941 kes pêk etine û li gorî daneyên fermî 2 hezar û 837 kes mirine.

Îran jî her çendî hijmara pêketî û miriyan rast nede jî heta niha li gorî daneyên fermî 124 hezar û 603 kes bi Covîd-19'ê ketine û 7 hezar û 119 kes pê mirine.