Li cîhan 4 milyon û 550 hezar kes bi şewbê ketine

Li tevahî cîhanê 4 milyon û 550 hezar kes bi şewba Covîd-19 ketine, 300 hezar jî mirine.

Ji saet 15:00’an û şûnde li tevahî cîhanê 4 milyon û 556 hezar kes bi şewbê ketine, 304 hezar kes jî mirine.

Herî zêde DYE, Qiralyeta Yekbûyî, Îtalya, Spanya ji vê şewbê bandor bûne.

TIRKIYE

Li gorî rayedarên Tirkiye li Tirkiyeyê li gorî daneyên duh 144 hezar kes bi şewbê ketine, 4 hezar û 7 kes jî mirine.

Desthilata AKP’ê rê nade HDP’ê ku di çarçoveya Kampanyaya Xwişk û Bira ya ji ber pandemiyê alîkariyê bigihîne welatiyan û wê asteng dike.

Li gorî agahiyên gundiyên dayîn Anf’ê 15 roj in ti alîkariyeke xurek ji bo wan nehatiye kirin û rê nadin ku gundî derkevin deveyî gund.

BÎLANÇOYA HINEK WELATAN

DYE: 1 milyon 458 kes bi şewbê ketine, 86 hezar û 942 kes mirine.

ÎTALYA: 223 hezar û 96 kes bi şewbê ketine, 31 hezar kes mirine.

SPANYA: 274 hezar û 367 kes bi şewbê ketine, 27 hezar û 459 kes mirine.

FRANSA: 178 hezar û 870 kes bi şewbê ketine, 27 hezar û 425 kes jî mirine.

QIRALTIYA YEKBÛYÎ: 233 hezar û 151 kes mirine, 33 hezar û 614 kes mirine.

ELMANYA: 174 hezar û 975 kes bi şewbê ketine, 7 hezar û 928 kes jî mirine.

HOLLANDA: 43 hezar kes bi şewbê ketine, 5 hezar û 643 kes mirine.

SWÎSRE: 30 hezar û 514 kes bi şewbê ketine, 1 hezar û 874 kes jî mirine.

BELÇÎKA: 54 hezar û 644 ker bi şewbê ketine, 8 hezar û 959 kes mirine.

RÛSYA: 262 hezar û 843 kes bi şewbê ketine, 2 hezar û 418 kes jî mirine.

ÎRAN: 116 hezar û 635 kes bi şewbê ketine, 6 hezar û 902 kes mirine.

ÇÎN: 82 hezar û 933 kes bi şewbê ketine, 4 hezar û 633 kes jî mirine.