Li Cezayîrê raperîna gel di sala 2'emîn de bi biryardarî didome

Raperîna gelê Cezayîrê ku rejîma Abdulazîz Bûteflîka hilweşand, di sala duyemîn de bi biryardarî didome.

"Hîrak" (Tevger) ku her roja Înê dadikeve qadan, piştî ku di salvegera destpêkê de bi sed hezaran kes daxist qadan, çalakiyên xwe bi heman biryardariyê roja Înê dewam kir.

Di meşê de dirûşmên li dijî rejîmê hatin qîrîn. Çalakgeran dirûşmên "Çi vîrûsa Korona be, çi jî BRI (Hêzên taybet ên polîsan) be, kî tê bila bê em ê nesekinin", Bi vîrûsa xwe ya Korona hûn nikarin me bitirsînin, em ê nesekinin" qîriyan.

Çalakgeran bal kişandin ser vîrûsa Korona û destnîşan kirin ku vîrûs ji rejîma heyî nebaştir nîne.

Çalakger li paytext Cezayîr danê nîvro bi bêdengî belav bûn. Her wiha li bajarên Oran, Konstantîn û Annaba ku nivûsa xwe zêde ye çalakiyên mezin hatin lidarxistin. Li gorî medya xwecihî li gelek bajarên cuda jî çalakî hatin lidarxistin.

Mîna protestoyên beriya niha çalakgeran dirûşmên "Cezayîreke azad û demokratîk", "Ne dewleteke leşkerî, em dewleteke sivîl dixwazin" hatin qîrîn.

Li Cezayîrê beriya salekê di 22'ê Sibata 2019'an de ji nişka ve tevgereke gel dest pê kiribû. Tevgera ku navê "Hîrak"ê lê hatiye kirin hin jî çalak e.