Li Burkîna Faso komkujî: Herî kêm 400 kes mirin

Hat ragihandin ku di êrîşa li Burkîna Faso ya roja Şemiyê de ku komeke girêdayî El Qaîdeyê girt ser xwe, bi sedan gundî hatin kuştin. YE'yê komkujî şermezar kir.

Yekîtiya Ewropayê (YE) êvara Çarşemê bi daxuyaniyekê 'êrîşa terorîstî' şermezar kir û got, bi sedan kes hatine kuştin.

Nûnerê Polîtîkaya Derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell, anî ziman ku li bajarê Barsalogho yê Burkîna Faso ku nêzî 10 sal in li dijî tundiyê têdikoşe, “Bi sedan kes ku piraniya wan sivîl in hatine kuştin.”

Rejîma leşkerî ya Burkîna Faso hejmara kuştiyan tam neda, lê Koalîsyona Edaletê ya ji bo Barsalogho ragihand ku 'herî kêm 400 kes mirine.'

Koma piştgiriya Îslam û Mislimanan a girêdayî El Qaîdeyê ya bi navê JNIM vê komkujiyê girt ser xwe.

Kolektîfa ku ji qurbaniyên komkujiyê pêk tên diyar kir ku artêş, gundiyan bi zorê derxistine dervî bajêr da ku xendekan bikolin û bi vî rengî bûne hedefa êrîşan û li ser vê nerazîbûnên xwe anîn ziman.

Kolektîfê, anî ziman ku ew li hemberî helwesta hikûmetê matmayî mane û banga destpêkirina lêpirsînê hat kirin.

Li gorî Rêxistina Civaka Sivîl Acled ku hejmara qurbaniyên pevçûnên li gelemperiya cîhanê qeyd dike, welat ji sala 2015'an û vir ve rastî êrîşên komên girêdayî El Qaîde û DAÎŞ'ê tê. Hat gotin ku di van êrîşan de zêdetirî 20 hezar sivîl û leşker hatine kuştin. 

Her wiha YE'yê jî ji bo xerab bûna ewlehiya li welat û herêmên jêrê gumanên xwe parve kir.