Li Brezîlyayê bi dermanên xwezayî xwe ji şewbê diparêzin

Gelên xwecihî yên Brezîlyayê bi saya tedawî û dermanên xwezayî xwe ji şewbê diparêzin.

Li Brezîlyayê ya ku di warê mirinên ji ber Covîd-19’ê de li dinyayê di rêza 6’an de ye, serokê dewletê Jaîr Bolsonarê li dijî jin, hevzayend û gelên ji Efrîkayê hatine, zextan dike.

Gelên xwecihî yên Brezîlyayê jî warên wan li dûrî bajaran e. Ji ber tunebûna pergala tendirustiyê xwe bi derfetên xwe, dixwazin xwe ji şewba Covîd-19’ê biparêzin.

Gelên xwecihî yên qebîleya Satere Mawe li ser çemê Amazonê li gihayên ji bo tedawiya semptomên koronavîrusê digerin.

Andre Satere Mawe ji AFP’ê re axibî û diyar kir ku bi dermanên ji pêşiyên wan mane, ew hewl didin semptomên nexweşiyan tedawî bikin. Tê diyarkirin ku bi qalikên darên caranapanaûba, saracûra, lîmon, mentol, mango, sîr, zencefîl û hinguvan dermanan çêdikin.

Heta niha li vî gundê qebîleya Satere Mawe testek jî nehatiye kirin lê semptomên Covîd-19’ê bi hin kesan re tê dîtin.

Li gorî Wezareta Tendirustiyê ya Federal heta niha li Brezîlyayê 18 hezar kes ji ber koronavîrusê mirine û 270 hezar kes jî nexweş ketine.

Li gorî rayedaran di nav gelên xwecihî de jî 371 nexweş hatine tespîtkirin û 23 kes jî mirine. Lê li gorî daneyên Komeleya Gelên Xwecihî yên Brezîlyayê (APIB) herî kêm 527 kes nexweş ketine û 102 kes jî mirine.