Li bendava Tişrînê Roja Azadiyê naçe ava

Li Bendava Tişrînê dewleta Tirk a dagirker li hemberî berxwedana gel têk çû. Dayikan ala serketinê li ser bendavê çikandin.

Di nava top û êrîşên bê ser û ber de, bombeyek li vir û ya din jî li wir dikeve. Lê dengê tilîliyên dayîkan kezeba wan dagirkeran diteqand. Stranên ciwanan û moralên wan, bersiv didan dagirkeriyê, ew dagirkeriya ku tenê bi qirkirinê dizane.

Li bendava Tişrînê yekem car berxwedaniyeke dîrokî ya bi vî şêwazî tê kirin. Di dîrokê de tu carî mîna vê berxwedaniyê tune bû. Berxwedaneke wilê ye ku dagirkerî bi çongan ket xwarê û têk çû. Duyemîn mezintirîn artêşa NATO'yê de li hemberî îradeya gel û hêrsa wan a berxwedaniyê têk çû. Ew gelê ku tenê ew rêçik daye ber xwe, wê helbet bigihêje wê riya azad û ala serketinê li ser bilindahiya wê deyne û bilîlîne.

Li ser rêyê, konvoya gel hêdî hêdî ber bi bendava Tişrînê ve bi rê ket. Gel bi moral bû, dayîkan cil û bergên Kurdî yên resen li bejna xwe kiribûn. Hin bavan jî bi şal û şapikên Kurdî bejna xwe pêçandibûn. Ew li ser rêya bendavê bûn. Balafirên li dora wan ranewestiyan, li vir dide û li wir dide, ew li nava konvoyê jî dide, lê gel dîsa tenê yek tişt daye ber xwe ew jî Bendava Tişrînê ye.

Gel ji ber êrîşan û topebarana dewleta Tirk nêzî li bendavê bû. Li ser rêyê erebeyên ambulansê yên hatinî hedefgirtin, erebeyên gel ê ku pê hatibûn bendavê hemû şewitîbûn. Ew rêya bi êrîşa balafirên şer weke bîran lê hatibû, lê ruxmî wê jî gel bi biryareke xurt gihîşt bendavê.

Li ser bendavê yekem tişt tê gotin 'Berxwedan Jiyan e'. Bi dengê ciwanan û bi tilîliyên dayîkan. Ew êrîşên ku bê navber jî dihatin kirin, hemû vala derdiketin. Dûre jî bi serpêşiya dayîkan, dîlana azadiyê li ser bendavê dihat gerandin. Ew dîlana ku tê de bejna dayîkê heta ber bi çiyan ve bilind dibe, hemû kalemêr bi stran û dîlana nobeta xwe dewam dikirin.

'ROJ LI BENDAVÊ NAÇE AVA'

Li ser bendavê li her goşeyekê çîrokek hebû. Aliyekî koma ciwanan a ku stranên şoreşgerî digotin, aliyekî dayîkan dengbêjî li gel kalemêrên temen mezin digotin. Aliyê din jî dîlan dihat gerandin. Jiyaneke cuda ye. Li Bendavê Roja Azadiyê naçe ava, ew roj him bi şevê û him jî bi rojê her hilatiye û ew berxwedana li wir her di asta bilind de ye.

Xumîniya dengê avê, çivîkên li wê dorê, jiyanê bi mirovan xweş dike. Ruxmî ku di bendavê de ji ber êrîşan gelek zirar û ziyan jî pêk hatine jî, lê ruxmî wê ew bûye qubleya berxwedanê. Xume xuma avê, ew heyva li asîman û ew koma li dora agir ku tenê jê dengê 'Berxwedan Jiyan e' tê û jê dengê strana 'Em hatin Bendavê Bendava me ye' tê kirin.