Li Başkurdistana Rûsyayê pevçûn derket

Li Başkurdistana komara federal a girêdayî Rûsyayê, di protestokirina cezayê 4 salan yê mixalîfekê de pevçûn derket.

Li gorî vîdeoyên li ser medyaya civakî, li bajarokê Baymakê xwepêşanderên bi cil û bergên germ li xwe kirine, gilofîtkan diavêjin polîsan.

Li Rûsyaya ku hemû rexne û xwepêşandan têne cezakirin, li kolanan xwepêşandanên bi vî rengî pir kêm tên dîtin.

Li gorî rêxistina civaka sivîl OVD-Info’yê 6 hezar kes beşdarî xwepêşandanê bûne û nêzîkî 20 kes jî ji aliyê polîsan ve hatine binçavkirin. Polîsan bi xaza îsotê midaxele li xwepêşanderan kiriye.

Aktîvîstê bi navê Faîl Alsînov ku li dijî îstismarkirina çavkaniyên enerjiyê yên li Başkurdistanê li ber xwe dide û êrîşa Moskovayê ya li ser Ûkraynayê şermezar dike, ji aliyê dadgeha Baymakê ve bi îdiaya ‘teşwîqkirina nefretê’ 4 sal ceza girtîgehê lê hat birîn.

Alsînov par di civîneke şaredariyê de di axaftina xwe ya li dijî madenvaniya zêr de du peyvên bi zimanê Başkîrî anîbûn ziman û rayedaran jî ev yek weke nijadperestiyê pênase kiribûn.

Dadgeha Baymakê biryar da ku gotinên Alsînovî di çarçoveya ‘nefretê û girêdayî nijad, netewe û zimanî’ de biçûkxistina rûmeta mirovên herêmê ye.

Waliyê Komara Başkurdistanê Radîy Habîrovî jî aktîvîstê bi navê Alsînov, bi biçûkxistina gelê Asyaya Navîn û Kafkasyayê tawanbar kir.