Li Bangkokê li dijî qirêjiyê barana çêkirî hate barandin

Li Bangkokê ya ku paytexta Taylandê ye, li hemberî qirêjiya hewayê ji bo barîna baranê balefir firiyan.

Li Bangkokê bi rojan e qirêjiya hewayê heye. Şefê servîsa hewayî yê ji baranên çêkirî berpirsyar Sûrasrî Kîdtîmonton encamên pêşîn ji AFP’ê re nirxand. Kîdmonton got ku, “Pîlot û zanyar diyar dikin ku geşedanên erênî heye.”

Di vê teknîkê de maddeyên kîmweyî li hewayê tên belavkirin.

Vê Sêşemê rayedaran diyar kirin ku baraneke hûrik bariyaye.Piştî ku maddeyên kîmyewî li hewayê hatin reşandin tê payîn ku Sêşem an jî Çarşemê baran bibare.

Rêjeya partîkula jehrî ya PM2,5 di rojên dawîn de serê metrekupê 100 mîkrogram derbas kir. Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê diyar dike ku divê rojane ev rêje herî zêde 25 mîkogram be.

Li gorî Greenpeaceyê jî li Bangkokê di saleke dawîn de hewa gelekî qirêj bûye. Ji ber ku ba nayê û li ser bajêr tebeqeya hewayî ya germ heye, vê qirêjiya hewayê pêk tê. Di heman demê de ji ber zêdebûna wesayîtan jî hewa qirêj dibe. Nifûsa bajêr 12 milyon e lê îro li wê derê 9,8 milyon otomobîl hene û 2,5 milyonê van wesayîtan dîzel in.