Li Albanyayê bi hezaran kesî hikumet şermezar kirin

Li paytexta Albanya Tîranayê, bi hezaran kes li ser daxwaza Serokkomar daketin qadan û hikumeta Serokwezîrê sosyalîst Edî Rama bi sûcdariya nelirêtiyê şermezar kirin.

Serokkomar Îlîr Meta diyar kir, erkên Serokkomariyê jî di nav de Serokwezîr Rama dixwaze her tiştî bi rengekî "mafyayî" kontrol bike.

Serokkomar her wiha Serokwezîrê sosyalîst Rama sûcdar kir ku dixwaze prosedura tayînkirina dadgerên Destûra Bingehîn jî kontrol bike.

Her wiha Rama sûcdar kir ku dixwaze "Dadgeha Destûra Bingehîn dîl bigire" û ev yek weke "hewldana darbeyê" bi nav kir.

Dadgeha Destûra Bingehîn 18 meh in kar nake. Şûna şeş ji neh dadgeran vala ye, ku piştî destpêkirina lêkolînek li ser ispatkirina malên dadgeran şûna şeş dadgeran vala ma. Ji bo dadgerên bikevin şûna wan jî partiyên siyasî li hev nakin.

Bi hezaran kes li Tîranayê li hev kom bûn û dirûşma "Rama biçe" qîriyan. Girseya gel li ber avahiya hikumetê li hev kom bû û xwest Rama yê ku heft sal in desthilatdar e îstifa bike.