Li Îranê otobusa ku heciyên Pakistanî tê de bûn qeza kir: 3 mirî, 48 birîndar hene

Li başûrê Îranê otobusa ku heciyên Pakistanî tê de bûn û ber bi Iraqê ve diçû, li kamyoneke qelibî û di encamê de herî kêm 3 kes mirin û 48 kes jî birîndar bûn.

Ajansa nûçeyan a fermî IRNA’yê ragihand ku qeza roja Yekşemê derengiya şevê rû daye, lê derbarê bê ka çend kes di otobusê de hebûn, agahî neda. Li gorî ajansa nûçeyan di qezayê de herî kêm 3 mirine û 48 kes jî birîndar bûne.

Ajansê ragihand ku rayedarê polîsan Abdul Haşim Dehganî, bûyer bi xerab bûna teknîkî ya frenê û ne hakîmiyeta ajoker a li ser otobusê ve girêda.

Qezayeke bi heman rengî beriya hefteyekê rû da. Di bûyera ku li navenda Îranê rû da de, 28 heciyên Pakistanî ku ji bo beşdarî bîranîna Erbain bibin di rê de qeza kiribûn û miribûn. Rayedarê polîsên trafîkê yên Îranê Teymûr Huseynî têkildarê qezayê gotibû, "di sîstema frenê de şikestineke teknîkî" hebûye û "nebaşbûna rê” weke hincet nîşan dabû.

Li gorî Îrnayê, heta 19'ê Tebaxê nêzî 25 hezar Pakistanî ji bo hecê Erbain derbasî Îranê bûbûn. Li gor amarên fermî di sala bûrî de nêzîkî 22 mîliyon hacî beşdarî vê merasîma li Iraqê bûne.