Li Îranê gera nav welat hate sînordarkirin

Rayedarên Îranê ji ber şewba vîrûsa korona gera nava welat sînordar kir.

Wezîrê Tenduristiyê Saîd Namakî wiha got; “Li cihê bajar xistina qarantînayê, kesên vîrûs li wan heyî yan kesên bi guman em ê tevgera wan sînordar bikin.”

HEJMARA MIRIYAN ZÊDE DIBE

Li gorî rejîma Îranê roja Çarşemê 4 kesên din ji ber vîrûsa korona mirn. Li tevahiya welat heta niha 19 kes mirîne û 139 nexweş hatine testpîtkirin.

Navenda vîrûsê bajarê Kûm ê 150 kîlometre dikeva başûr rojavayê paytext Tehranê hate diyar kirin.

Parlamenterê bajarê Kûmê Ahmed Amîr Abadî Farahanî roja Duşemê daxuyanî dabû û ragihandibû ku tenê li bajarê Kûmê 50’î kes ji ber vîrûsê mirîne.

JI DERVEYÎ ÇÎNÊ BI LEZ BELAV DIBE

Virûsa korona (Covid-19) meha Kanûnê li bajarê Wûhan yê Çînê derket û belavî 30 welatan bû. Ji derveyî Çînê herî zêde welatê ku mirin lê çêbûyî Îran e û li Ewropa jî herî zêde Îtalya bandor bûye.

Li Îtalyayê hejmara nexweşan bû 374 û heta niha 12 kesan jiyana xwe ji dest dane. Li Fransayê jî du kes ji ber vîrûsê mirin. Hate ragihandin ku kesê duyemîn li Fransaê ji ber vîrûsê mirî welatiyekî Fransî yê 60 salî ye.

Li Yewnanistanê jî nexweşek hate testpîtrkirin, li Emerîkaya Latin nexweşê destpêkê li Brezîlyayê derket.

Li Koreya Başûr jî hejmara nexweşan hezar derbas kir. Li vî welatî heta niha 12 kes mirîne.

Li Çînê jî di nava 24 saetan de 52 kes mirin. Bîlançoya roja berê 71 kes bûn. Hate ragihandin ku bi giştî hejmara nexweşxan 2 hezar û 715 kes in.