Li Îranê di meha Cotmehê de 23 kes hatin darvekirin

Li Îranê nerazîbûnên li dijî pirsgirêkên civakî, aborî û siyasî zêde dibin. Di heman demê de jî darvekirin zêde bûn. Tenê di nava meha Cotmehê de herî kêm 23 kes hatin darvekirin.

Li Îranê li dijî pirsgirêkên civakî û aborî ev bi mehan e çalakiyên protestoyê tên lidarxistin. Dikandar, mamoste û şifêrên kamyonan di grevê de ne û nerazîbûnên xwe tînin ziman. Di heman demê jî darvekirinên li Îranê zêde bûn.

Li gorî çavkaniyên muxalif tenê ji serê meha Cotmehê ve heta niha herî kêm 23 kes hatine darvekirin. 14’ê Cotmehê li girtîgeha Maragh kesek, li girtîgeha Ferdows kesek, 15’ê Cotmehê li girtîgeha ŞahreKurd kesek, 16’ê Cotmehê li girtîgeha Îsfahan kesek, 17’ê Cotmehê li girtîgeha Îlam jî kesek hatiye darvekirin.

Di meha Îlonê de 33 kes hatibûn darvekirin, di meha Tebaxê de 28, di meha Tîrmehê de 40, di meha Hezîranê de 17, di meha Gulanê de 19, di meha Nîsanê de 33, di meha Adarê de 12, di meha Sibatê de 17 û di meha Çileyê de jî 22 kes hatine darvekirin.

Dîsan li gorî çavkaniyên muxalif di sala 2017’an de herî kêm 544 kes û sala 2016’an de 553 kes û sala 2015’an de jî 966 kes hatine darvekirin.