Li Îranê balafireke kargo ket

Li Îranê balafireke kargo ku herî kêm 16 kes tê de bûn, li nêzî Tehranê ket xwarê.

Li gorî çapemeniya Îranê, roja Duşemê danê sibê balafireke kargo li nêzî Tehranê ketiye xwarê.

Berdevkê Saziya Asîmanî ya Îranê Reza Caferzadeh,  ji IRIB’ê re axivî û got, “Balafira modela Boeing 707 a kargo dema peyabûnê ketiye xwarê.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Îranê, ji balafira ketî xwarê tenê makînîstek xilas bûye. Ajansa Tasnim, ragihand ku ev balafira kargo ya leşkerî ji paytexta Kirgizistan Bişkekê dihat û tijî goşt bû.

IRIB, ragihand ku balafir ji pîstê bihuriye û li avahiyekê qelibiye.