Li Îranê 300 hezar wezîfedar dest bi kontrolê dikin

Li Îranê ji bo şewba vîrûsa Korona bê rawestandin wê zêdeyî 54 hezar girtî û mehkûm bi rengekî demkî bên berdan. Bi sed hezaran wezîfedarên tenduristiyê jî wê dest bi kontrolan bikin.

Li gorî daneyên fermî, vîrûsa Covîd-19 a ji bajarê Qumê dest pê kir, bi dehan parlamenter jî di nav de bi 2 hezar û 922 kesî ket. Li gorî rojek berê 586 nexweşên din bi vîrûsê ketin.

Li gorî heman daneyan heta niha herî kêm 92 kesî ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan. Lê belê çapemeniya biyanî diyar dike ku hejmara qurbaniyan bi sedan kes in.

Li gorî agahiyan, ji bo astengkirina belavbûna Covîd-19 hikumet wê 54 hezar girtî û mehkûman bi rengekî demkî berde. Lê belê nehate eşkerekirin ku kîjan girtî wê bikevin ber vê yekê.

Her wiha li bajarê Qumê ji bo zêdekirina kontrolên li gelemperiya welêt wê zêdeyî 300 hezar wezîfedarên tenduristiyê bikevin nava liv û tevgerê.

Li Îranê herî dawî yek ji şêwirmendên lîderê olî Ayetûllah Alî Xamaney ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dabû. Herî kêm 23 parlamenter jî bi vîrûsê ketine.