Li Êrîvanê Kurdan ji bo Ocalan çalakî li dar xistin

Li Êrîvanê ya ku paytexta Ermenistanê ye Kurdan hin rêzeçalakî li dar xistin û xwestin ku bila derfetên hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were avakirin.

Li Êrîvanê ya ku paytexta Ermenistanê ye Kurdan li Meydana Komarê meşek li dar xistin û heta nûnertiya Neteweyên Yekbûyî meşiyan.

Li vê derê mîtîngek hate lidarxistin û bal kişandin ser rewşa Ocalan. Hevserokê Yekîtiya Kurdan a Ermenistanê û Parlementerê Kurd Rinyas Hasanov li vê derê axivî û got, “Ocalan 21 sal in di Zindana Îmraliyê de ye. Ji ber şewata li Îmraliyê em ji tendirustiya Rêbertiya xwe bi fikar in. Divê dewleta Tirk li ser gelê Kurd û rêbertîya wê lîstikan nelîze. Heta ku em ji Rêbertiya xwe agahiyan bistînin em ê li qadan bin.”

Endama Meclîsa Komîteya Kurdistanê Jênika Qadir jî got ku “Rêber Apo çi qasî rêberê gelê Kurd be, ewqasî jî rêberê gelên li Rojhilata Navîn e. Ez bawer im wê dostên me yên Ermen jî ji bo Rêber Apo dakevin qadan.”