Li Çînê êrîşa bi kêrê: 14 zarok birîndar bûn

Li rojhilatê başûr ê Çînê li baxçeyeke zarokan jinekê bi kêrê 14 zarok birîndar kirin.

Êrîş li navçeya Bananê ya bajarê Chongqîngê pêk hat. Li gorî agahiyên polîsên xwecih êrîşkara 39 salî bi kêreke xwarinê, li baxçeyên zarokan êrîş bire ser zarokan.

Dema ku xwendekar piştî egzersizên sibehê vedigeriyan polên xwe êrîş pêk hat. Di dîmenan de ku di çapameniya xwecih de hate parvekirin, hate dîtin ku kincên zarokan di nav xwînê de mane. Hate diyarkrin ku rûyê hinan ji wan birîndar bûye.

Zarok ji bo tedawîkirinê birin nexweşxanê her wiha erîşkar hate girtin û derbarê êrîşê lêpirsînê dest pê kir.

Li Çînê gelek caran êrîş li ser zarokan çêdibe. Nîsanê jî mêrekî 28 salî li eyaleta Shaanxiyê 9 zarok bi kêrê kuştibûn. Êrîşkar heman mehê hate darvekirin.

Çileya 2017'an jî li Guangxiyê 11 zarok hatibûn birîndarkirin.