Lavrov: Peymana Soçî bihata pêkanîn dibe ku ev trajedî nebûya

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ji bo leşkerên Tirk ên li Idlibê mirin got, "Eger peymanên navbera Moskowa û Enqereyê bi temamî bihatibûna pêkanîn, dibe ku trajediyên mirina leşkerên Tirk rû nedabûna."

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov piştî hevdîtina bi Wezîrê Karên Derve yê Luksembûrgê di civîna çapemeniyê de li ser bombardûmana li Idlibê axivî ku bi dehan leşkerên Tirk mirin.

Lavrov ji ber mirina leşkeran sersaxî ji dewleta Tirk re xwest û got, "Eger peymanên navbera Moskowa û Enqereyê bi temamî bihatibûna pêkanîn, dibe ku trajediyên mirina leşkerên Tirk rû nedabûna."

Lavrov diyar kir ku divê dewleta Tirk 'mûxalîf'ên li Idlibê û terorîstan ji hev cuda bike û got, Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn îro bi rêya telefonê bi hev re axivîne.

Lavrov got, "Her du lîder li ser peymanên li Idlibê axivîn. Rûsya û Tirkiye amade ne ku di mijara Idlibê de koordînasyonê bidomînin."

Di vê navberê de di daxuyaniya Kremlînê de ya li ser axaftina Erdogan û Pûtîn hate gotin, "Lîderan li hev kirin ku ji bo asayîbûna rewşa li bakur û rojavayê Sûriyeyê hin tedbîrên din werbigirin."