Lammert: Erdogan hewl dide darbeyê li destûra xwe bike

Serokê Meclîsa Federal a Elman Norbert Lammert di bernameyeke Dîe Lînke de axivî û got Serokkomarê Tirk Erdogan bi referandûmê, "Li dijî destûra xwe di hewldana darbeyê de ye."

Lammert diyar kir Erdogan û hikûmeta wî dixwaze ‘pergala qels lê demokratîk’ a Tirkiyê biguherîne û dixwaze vê veguherîne sîstemeke otorîter.

Lammert anî ziman, Erdogan hewldana darbeyê ya 15’ê Temûza par bi kar tîne û sîstema siyasî bi rengekî sîstematîk binpê dike û got, "Erdogan bi vî rengî li dijî destûra xwe di nav hewldanê de ye."

Lammert li ser îhtîmala ku referandûm bi ser bikev jî got, "taloke ya wê heye ku hewldana duyem a darbeyê bi ser bikeve."

Lammert li ser biryara hikûmeta Elman a têkildarî sendoqên hilbijartinê jî got, berevajî vê ev ê were wê wateyê ku kozê bidin Erdogan.

Norbert Lammert têkildarî gotina Erdogan ku ji bo muzakereyên li gel Yekîtiya Ewropayê wê biçin referandûmê jî got, referandûmeke wiha ne jêneger e.

Seroka Koma Meclîsê ya Dîe Lînke  Sahra Wagenknecht li djî tawanbariya Erdogan a Nazîzmê û terorîzmê helwest nîşan dabû û gotibû Erdogan weke terorîstan axiviye.