Krîza Yemenê: Hûsiyan bajarekî stratejîk desteser kirin

Serhildêrên Hûsiyan li bakurê Yemenê bajarekî stratejîk desteser kirin.

Li gorî saloxvanên leşkerî yên herêmê Hûsiyan navenda bajarê El Ham ê navenda wîlayeta El Cevfê desteser kirin. Hate diyarkirin ku hêzên hikumetê jî xwe vekişandine wîlayeta Marbê.

El Hazm bi qasî 150 kîlometreyan dûrî sînorê Siûdî Erebistanê ye û di bin kontrola hêzên hikumetê de bû.

Li gorî saloxvanên leşkerî di du rojên dawîn de herî kêm 30 şervanên alîgirên hikumetê di şeran de hatine kuştin. Tê diyarkirin ku kesên rayedar jî di nav wan de hene.

Hûsiyan dora wîlayeta Marîbê jî girtine. Ev herêm di bin kontrola hikumetê de ye û di warê petrolê de herêmeke dewlemend e.