Koronavîrus li 60 welatan belav bû, 3 hezar kes mirin
Koronavîrus a ku li Çînê derketibû holê heta niha li 60 welatan hatiye tespîtkirin û 3 hezar kes ji ber vîrusê mirine.
Koronavîrus a ku li Çînê derketibû holê heta niha li 60 welatan hatiye tespîtkirin û 3 hezar kes ji ber vîrusê mirine.
Li gorî bîlançoya dawîn a roja Şemiyê saet di 17.00’an de li temamî dinyayê ev vîrus li 85 hezar û 919 kesan geriyaye û 2 hezar û 941 kes jî mirine.
Hate diyarkirin ku ev vîrus li 61 welatan belav bûye.
Li Çînê 79 hezar û 251 nexweş hatine tespîtkirin û 2 hezar 835 kes jî mirine.
Li Koreya Bakur 17 kes, li Îtalyayê 29 kes û li Îranê jî 43 kes ji ber vîrusê mirine.