Koreya Bakur û Başûr wê 22 cihên leşkerî rakin

Koreya Bakur û Başûr li hev kirin ku 22 cihên nobedên leşkerî yên li ser sînor rakin.

Wezareta Parastinê ya Koreya Başûr ragihand ku Koreya Bakur û Başûr li hev kirine ku cihên leşkerî yên li ser sînor rakin.

Ev geşedan encama peymana li Pyongyanê ye ku meha bihurî hate danîn. Li gorî peymanê wê dawî li hemû çalakiyên bi dijminatî were, li herêmên sînor wê qadên ku ji balafiran re qedexe were avakirin, cihên leşkerî wê werin valakirin, çek û mayin ji herêma ji leşkeran hatî xalîkirin qonax bi qonax werin vekişandin.

Koreya Bakur û Başûr gava pêşî, heta dawiya Mijdarê wê 11 cihên nobetên leşkerî ku ji 1 kîlometre kêmtir nêzî sînor in hilweşînin û wê hemû leşker û tîmên li van cihan vekişînin.

Wezareta Parastinê ya Koreya Başûr got, "Ev tevdîr Kanûnê wê werin kontrolkirin."

Koreya Başûr her wiha got, hefteya were wê du tetbîqatên leşkerî pêk werin. Seulê got, ev tetbîqat ji bo ku artêşa Koreya Başûr operasayanî bimîne, wê werin kirin.