Konferansa piştevaniya bi Rojava re di roja 2’yemîn de didome
Konferansa ku enternasyonalîstên Elman bi dirûşma "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Vîzyon û Perspektîfa Demokratîk" lidar dixin, di roja xwe ya duyemîn de dewam dike.
Konferansa ku enternasyonalîstên Elman bi dirûşma "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Vîzyon û Perspektîfa Demokratîk" lidar dixin, di roja xwe ya duyemîn de dewam dike.
Konferansa ku di 25’ê Çileyê de destpê kir, bi nîqaş û pêşkêşiyên girîng ên li ser Rojava didome.
Di roja ewil a konferansê de mijarên weke paradîgmaya Rêber Apo ya Konfederalîzma Demokratîk, îdeolojiya Tevgera Jinên Kurd, dîroka çapemeniya Kurd, ekolojî û jineolojiyê hatin nirxandin.
Di heman demê de têkildarê êrîşên dewleta Tirk ên li ser tesîsên enerjiyê yên li Rojava jî pêşandanên girîng hatin kirin.
Ji Zanîngeha Heidelbergê Prof Dr. Mîchael Haus di rûniştina yekemîn a roja duyemîn a konferansê de bi serenavê "Avakirina Avahiyên Demokratîk" pêşkêşiyek kir. Di vê rûniştinê de qala girîngî û rêbazên avakirina avahiyên demokratîk hat kirin.
Mijara duyemîn a rojê jî ‘ewlehiya Rojava’ hate destgirtin. Li ser mijarê ji endamek Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nêrîn hatin girtin û li ser birêxistinkirina ewlehî û avakirina avahiyên ji tundiyê dur ên li herêma ku şer lê heye, agahî hatin dayîn. Di nîqaşan de ji bo misogerkirina rê û rêbazên ewlehî, aştî û edaletê nirxandin hatin kirin.