Kes bi hawara wan ve neçû, 170 penaber li Derya Spî fetisîn

173 penaberên ji Efrîkayê bi rê ketin û berê xwe dan Ewropayê, li Derya Spî keştiyên wan noqî binê avê bûn. Ji wan tenê 3 penaber rizar bûn. Saziyên penabera ji vê rewşê welatên Ewropayê sûcdar dikin, ji ber ku destûr nedan keştiyên alîkariyê.

173 penaber bi du keştiyan ji Fasê bi rê ketin û dema hewl didan xwe bigihînin Spanyayê, keştiyên wan li cihekî bi 50 mîlî dûrî peravên Lîbyayê ye, noqî binê avê bûn. Li gorî Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), tenê 3 penaber ji aliyê masîgiran ve hatine rizgarkirin.

Penaberên hatin rizgarkirin, ji ber hewa sar a li Derya Spî, rewşa wan a tenduristinê nebaş e û bi helîkopteran rakirina girava Lampedûsayê. Li aliyê din, tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên Spanya û Fasê lêgerîna xwe didomînin lê heta niha tiştek peyda nekirine. Hate ragihandin bi giştî 170 penaber du her du keştiyan de fetisîne.

LÎBYAYÊ HAWARA 'SOS' NEBIHÎST!

Tê gotin, penaber ji ber hewa salr di demeke kin de jiyana xwe ji dest dane. Hate ragihandin, keştî beriya noqî binê avê bibe, banga 'SOS' (banga lezgîn) li Lîbyayê kiriye, lê belê kes bi alîkariya wan ve neçûne û piştî 11 saetan li dû vê rêwîtiyê, penaberan fetisîne.

UNHCR'ê li ser vê yekê welatên Ewropayê sûcdar kir ku rê nadin keştiyên alîkariyê yên dilxwaz.

Li gorî daneyên UNHCR'ê, sala 2018'an bi giştî 2200 kes li Derya Spî fetisîne. Hejmara salek beriya wê jî 3139 bû.