Katalonya û Madrîdê dest bi diyalogê kir

Serokwezîrê sosyalîst ê spanyayê Pedro Sanchez bi Katalanên alîgirê serxwebûnê dest bi diylaogê kir. Di daxuyaniya hevpar a herdu aliyan de hate gotin, "Vê civîna destpêkê xizmet ji danîna hîmên diyalogê re kir."

Hikumeta navendî bi Serokê hikumeta herêmî ya Katalonyayê Qûîm Torra û heyeta pê re sê saetan hevdîtin kir.

Ji hewldana serxwebûnê ya sala 2017'an û vir ve cara yekê ye ku hikumeta navendî ji bo kêmkirina rageşiyê gavekê diavêje.

Di daxuyaniya hevpar a herdu aliyan de hate gotin, "Vê civîna destpêkê xizmet ji danîna hîmên diyalogê re kir." Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku asta siyasî ya civînê hate tespîtkirin û li ser pêwîstiya bi çareseriyeke siyasî hatiye rawestandin.

Torra got, "Nîqaşeke ji dil û durust bû" û diyar kir ku ev nîqaş di heman demê de bû sedem ku nakokiyên navbera aliyan jî eşkere bibin.

Katalanên alîgirê serxwebûnê dixwazin ku xwedî mafê referandûma li ser diyarkirina çarenûsa xwe bin û dawî li zext û zordariyê bê anîn. Ev yek jî tê vê wateyê; yên hatine mehkûmkirin û neçar mane ku biçin sirgûnê bên afûkirin. Di rewşa heyî de rêveberiya Madrîdê li her du daxwazan jî girtî xuya dike.

Berdevka hikumeta Spanyayê Marîa Jesûs Montero got, "Piştî bihevketin û gazinên deh salan" di navbera her du hikumetan de "rewşa asayî ya ji aliyê têkiliyên saziyî û hestewarî" ve pêşketin çêbûye.

Montero got, "Haya me ji gelek tiştên ku me ji hev cuda dikin heye" û anî ziman, hevdîtin gelekî tevlîhev in û ew ne li bendê ne ku di demeke kurt de encameke erênî jê bê.

Heyetên her du aliyan biryar dan ku komeke xebatê ava bikin û mehê carekê li Barcelona û Madrîdê li hev kom bibin.

Katalonya ku nifûsa xwe 7.5 milyon e, bi zimanê xwe yê cuda Kastîlyanî, xaka neteweyeke cuda ye ji Spanya û gelê Spanyayê. Katalonya ku 16 ji sedî yê Spanyayê ye, ji aliyê aborî ve jî 20 ji sedî yê aboriya vî welatî ye.

Rêveberiya Spanyayê encama referandûma serxwebûnê ya 1'ê Cotmeha 2017'an nas nekir û rêveberiya xweser û saziyên li Katalonyayê betal kir. Piştre hilbijartin hate kirin û di encamê de jî alîgirên serxwebûnê li parlamenta herêmî serwer bû.

Serokê herêma Katalonyayê yê wê demê Carles Pûîgdemont li Belçîkayê serlêdana penaberiyê kir. Gelek wezîr jî di nav de rêveberên Katalan hatin girtin. Herî dawî di 14'ê Cotmehê de cezayên giran ên girtîgehê li 9 rêveberên Katalan hate birîn.