Karesatên avhewayî wê ji texmînan zûtir rû bidin

Li gorî raporeke ku bi wesîleya 23. konferansa avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP23) hate weşandin, guherta avhewayî ya cîhanê dibe ku ji texmînan zûtir be.

Rapor ji aliyê toreke zanyarên navneteweyî ya bi navê Future Earth û Earth League ve hate weşandin. Di raporê de hat destnîşankirin ku ji ber guhertina avhewayî dibe cîhan bigihêje wê astê ku gefê li mirovahiyê bixwe.

Li gorî lêkolînê, guhertina avhewayî berevajî texmînan dibe ku ne qonax bi qonax be. Di raporê de hat gotin, "Ji ber zexta giran a ku mirovahî rê li ber vedike, cîhana me digihêje asta veguherînê."

Di raporê de hat ragihandin, ji ber zêdebûna germahiya li ser rûyê erdê, qeşa li cemseran dibe ku ji xafil ve bihelin, herikîna li deryayê berevajî bibe û hat destnîşankirin ku bûyerên bi vî rengî berê jî di dîroka cîhanê de hatine dîtin.

Li gorî nirxandina navborî, di dîroka cîhanê de beriya niha piştî guhertinên qonax bi qonax û hêdî yên avhewayê, ji nişka ve qeşa li cemseran heliya ye, di daristanên tropîkal û okyanûsan de guhertinên mezin rû dane.

Serokê Earth League Johan Rockstrom anî ziman ku nîşaneyên bi vî rengî di nava du salên dawî de zêde bûne û got, guhertina avhewayî ji xwe pêk tê. Rockstrom destnîşan kir ku ev rewş ji niha ve xetere ye.