Ji  welatê Trûmp helwest: Pûtîn Trûmp êsîr girt!

Ji ber daxuyaniyên Serokê DYA’yê yên piştî hevdîtina bi Serokê Rûsyayê Pûtîn re ji welatê Trûmp helwestên tund hatin.

Ji ber gotinên Serokê DYA’yê Donald Trûmp ên dema daxuyaniya çapemeniya hevpar a bi Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn re ji welatê Trûmp helwest hatin.

Trûmp got ti dane tine ne ku Rûsya di hilbijartina 2016’an dest li hilbijartinê werdaye û Pûtîn bi hişkî red kiriye ku Rûsya tevlî nav karê  hilbijartinê bûye. Ev gotinên Trûmp bûne sedema helwestan.

‘FERSEND JI DEST ÇÛN, WÊ ARÎŞEYAN BI XWE RE BÎNE’

Senatorê Komarparêz Lîndsey Graham ku bi desteka xwe ya ji bo Trûmp tê zanîn, got, ew fersend ji dest çûye ku Trûmp têkildarî destwerdana li hilbijartina 2016’an berpirsdîtina Rûsyayê ji dest çûye û her wiha êdî ji bo hilbijartinên siberojê jî nema dikare dengê xwe li Rûsyayê bike. Graham got ev ê ji hêla Rûsyayê ve weke qelsiyekê were dîtin û zêdetir arîşeyan bi xwe re bîne.

Senatorê Komarparêz John McCaîn jî got, ‘’Ji hêla Serokekî Amerîkayê ve  performanseke wiha hatiye nişandan ku mirov jê fihêt dike û di dîrokê de mînaka fihêtiyeke bi vê astê nîn e.’’

Serokê Meclîsa Nûnerên Koparparêz Paul Ryan jî got êdî ti guman li ser nemaye ku Rûsyayê dest li hilbijartinan werdaye, Senatorê Arîzonayê Jeff Flake jî got, ‘’Min qet bîr nedibir ku Serokekî Amerîkayê li rex Serokkomarê Rûsyayê wê raweste û ji ber êrîşkariya Rûsyayê wê Amerîkayê tawanbar bike.’’

‘HATE ÊSÎR KIRIN’

Dîrektorê berê yê Îstîxbarata Netewî James Clapper jî di CNN’ê de axivî û got Putîn Trûmp êsîr girtiye û ew çavtirsandî kiriye. 

Dîrektorê Îstîxbarata Netewî dan Coats jî got, ‘’Bi destwerdana li hilbijartina 2016’an a li Rûsyayê, me bi zelalî derxiste holê ku hewl dan ziyayê bidin demokrasiya me.’’

KONGREYA DEMOKRAT JÎ BI HELWEST E

Endamên Kongreya Demokratîk jî li dijî daxuyaniya Trûmp helwest nîşan dan.

Di nav endaman de navên wiha hene: Senator Mark Warner, Senator Elîzanbeth Warren, Senatorê Vîrgînîayê Tîm Kaîne û Senatorê Florîdayê Bîll Nelson.