Ji KCD’ê banga Newroza 2013’an

Ji KCD’ê banga Newroza 2013’an

Kongreya Civak û Demokratîk (KCD) diyar kir ku, ew li benda peyama Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan in û ji bo tevlîbûna Newrozê bang li gel kir. KCD da zanîn ku dê gelê Kurd di Newrozê de daxwza xwe ya azadî, demokrasî û xwedîderketina li projeya Reberê Gelê Kurd Abdulah Oclan dê ji cîhanê re nîşan bidin.

KCD’ê di daxuyaniya niviskî de ji bo tevlibûna mîtînga Newrozê bang li gel kir û bi lêv kir ku, Newroz ji bo gelê kurd ji cejnê wêdetir xwedîdereketina li pîrozê ye û wiha hat gotin: “Ji Kawayê Hesinkar hetan niha Newroz ji bo kurdan lûtka azadî û berxwedanê ye. Bê guman Newroz ji bo hemû gelan tê wateya nûbûna xwezayê ye. Lê ji bo kurdan bîra netewî û yekîtiya hestan e. Li hemberî zilama Dehaqê di Rojhilata Navîn de hemû kurd bi hevra serî hildan. Ji meşaleya ku Kawa û Mazlum pêxistiye û heta niha ji bo gelê me Newroz tê wateya azadiyî û serhildanê ye.”

KCD’ê da zanîn ku, tenê dîroka gelê Kurd bi Newrozê bê nivîsandin û wiha got: “Ev 40 sal e gelê kurd di her Newrozê de di têkoşînê de qonaxek nû dide destpêkirin. Newroza 2013’an ji niha va ketiye dîrokê. Sedema vê yekê jî ku tê zanîn ji bo pirsgirêka kurd bi aştî bê çareserkirin dê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Oclan banga dîrokî bike. Dê ev bang ji bo gelê kurd bê wateya qonaxek nû. Bi bingeha aştiyek bi rûmet dê tirkiye bi demokratîk be û dê qonaxa demokratîk heta gelê kurd mafên xwe bê kêmasî bidest bixe dê serhildanên wê bidome. Pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd daye destpêkirin ji 17 adarê heta niha gelê kurd di pîrozbahiyên Newrozê de vekirî piştgiriya xwe dide. Dê gelê kurd vîna xwe ya bilind di Newroza Amedê de nîşan bide. Em wekî KCD’ê bang li 7 salî heta 70 salî dikin ku bi ruhê yekîtî û netew ji bo aştiyek bi rûmet û mora xwe li sala 2013’an Newroza Amed bixe dikin.”