JI PARÊZNAMEYÊN RÊBER APO
Huqûqa demokratîk ew huqûq e ku xwe disipêre cihêrengiyê. Ji vê jî girîngtir, kêm serî li tenzîmkirina huqûqê dide û avahiyeke hêsan e. Dewleta netewe ew sîstema dewletê ye ku tevahiya dîrokê tenzîma huqûqî herî zêde pêşde biriye. Lewma tevlî her tiştê civakê dibe, nexasim hewl dide civaka exlaqî û polîtîk tesfiye bike. Civakên berê bi giranî hewl didan bi rêxistiniyên exlaqî û polîtîk pirsgirêkên xwe çareser bikin. Modernîteya kapîtalîst hewl da xwe bisipêre huqûqê û bi vî awayî xwe rewa bike. Ji ber ku zêde dest werda civakê û ew mêt, serî li wê amûra jê re huqûq tê gotin da ku gelekî tevlîhev û dadê şiklî dike. Çawa ku gelek caran tê gotin, huqûq ji ew yekparebûna qanûnên maf û erkên ferd û civakê sererast dikin wêdetir, ew hunerê rêveberiyê ye ku tevahiya dîrokê neheqiyên mezin ên kapîtalîzmê rê li ber wan vekiriye bi têgihiştineke şiklî ya dadê bi hejmareke zêde ya qanûnan rewa kiriye. Li şûna bi pîvanên exlaqî û polîtîk bi rê ve bibe bi qanûnan bi rê ve dibe û ev bêhtir xweserî modernîteya kapîtalîst e. Bûrjûwaziya exlaq û polîtîkayê înkar dike serî li erka huqûqê dide ku hêzeke mezin didiyê. Di destê bûrjûwaziyê de sîleheke mezin e. Xwe hem li dijî nîzama berê ya exlaqî û polîtîk, hem jî li hemberî kedkarên li qata jêr bi huqûqê diparêze. Dewleta netewe bi giranî hêza xwe ji erka huqûqê ya bi awayekî yekalî hatiye amadekirin digire. Huqûq bi awayekî ayetên xwedayê dewleta netewe ye. Tercîh dike ku civakê bi van ayetan bi rê ve bibe.
Ji ber vê yekê, neteweya demokratîk li hemberî huqûqê, nexasim li hemberî huqûqa destûrî hestyar e. Neteweya demokratîk ji neteweya huqûqê bêhtir exlaqî û polîtîk e. Kengî bi dewletên netewe re ji bo jiyana li bin banekî li hev hat kirin, hingê pêdivî bi huqûqê çêdibe. Cihêbûna qanûnên neteweyî û qanûnên xwecihî girîng dibin. Kengî huqûqa dewleta netewe ya ku berjewendiyên burokratîk navendî yek alî dike esas bi berxwedana komên çandî û xwecihî re rûbirû bibe, hingê neçar wê qanûnên rêveberiya herêmî qebûl bike. Di serî de DYE û welatên Yekîtiya Ewrûpayê, li gelek welatên dinyayê sîstemên huqûqê yên federal û federe dimeşin. Li dijî kapîtalîzma yekdestdar û burokrasiya navendî sîstemên ku berjewendiyên gelan diparêzin û di wezna navbera hêzên dijber de cih digirin, bêhtir bi pêş dikevin.
Ji ber ku hebûna Kurdan û Kurdistanê tê înkarkirin û îmhakirin, huqûqeke wan a xweser çênebûye. Di nava sîstema Osmanî de hem nivîskî hem jî bi awayekî rêûresmî huqûqeke wan hebû. Tevî ku di pêvajoya rizgariya neteweyî de nasnameya Kurd û Kurdistanê û heta qanûna reformê ya Kurd bi awayekî fermî hat qebûlkirin jî ji 1925’an ve bi rêbazên komplo, darbe û asîmîlasyonê nasnameya wan tine hat hesibandin û hewl dan wan ji nava rûpelên dîrokê rakin. Tevî ku berxwedana PKK’ê hebûna Kurd misoger kiriye jî danasîna Kurd a qanûnî pêk neaniye. Di dema KCK’ê de dewletên netewe yan wê hebûna Kurd bi awayekî qanûnî nas bikin an jî wê huqûqa xwe ya xweseriyê bi awayekî yekalî pêk bînin. KCK beriya her tiştî wê hewl bide di nava destûrên neteweyî de ji xwe re cihekî bibîne. Ango beriya her tiştî wê hewl bide statuya xwe ya xweseriya demokratîk di nava destûrên demokratîk ên neteweyî de îfade bike. Di nava welatên Yekîtiya Ewrûpayê de ku Komara Tirkiyê jî dixwaze tevlî bibe, li gelek welatên endamê wê huqûqên bi vî rengî hene. Jixwe di pirsgirêka Kurd de mebest ji çareseriya demokratîk û aştiyane lihevkirineke li ser destûra demokratîk a neteweyî ya bi statuya (bi qanûnî) xweseriya demokratîk e. Li Iraqê ya pêk hat û li Tirkiyê û Kurdistanê gelekî tê guftûgokirin çareseriyeke bi vî rengî ye. Eger KCK di çareseriya destûra demokratîk a neteweyî ya bi statuya xweseriya demokratîk a xwe disipêre lihevkirinê de bi ser nekeve, hingê wê bikeve riya duyemîn ango bi awayekî yekalî bikeve riya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk. Li Kurdistanê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk rêveberiyeke huqûqê ya dewleta netewe nîne, di asta herêmî û xwecihî de rêveberiya modernîteya demokratîk e.
(Ji parêznameya Rêber Apo ya bi navê 'PIRSGIRÊKA KURD Û ÇARESERIYA NETEWEYA DEMOKRATÎK Parastina Kurdên di nava pencên qirkirina çandî de' hatiye wergirtin.)