ROJEVA 2'Ê GULANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Bûyerên piştî banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo wê bêne şopandin.
TJK-E di 3'ê Gulanê de dest bi kampanya 'Diyalogên bi jiyana azad re' dike. Berdevka TJK-E'yê Ayten Kaplan anî ziman ku wan plansaziya herêman kirine û wê di 3'ê Gulanê de bimeşin.
Hejmara 520'emîn a rojnameya Serxwebûnê bi nivîsên li ser 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo hate weşandin.
Rewşa tenduristiyê ya Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder wê were şopandin.
Êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
Endamê Mektebeya Tenzîmî ya PYD’ê Mistefa Şewket Eldemîr got, “Bendava Tişrînê ne tenê xeta parastinê ye, pozîsyoneke azadiyê ya efsanewî ye ku bi berxwedana hevpar a gelan hatiye avakirin.”