Belgesela ‘Vejina Kurd’: Dîroka PKK’ê
Yek ji girîngtirîn mijara ku bi rêya vê belgeselê wê were belgekirin, vegotina bê ka PKK çi ye, rê li ber çi vekiriye û dixwaze bigihîje ku derê ye.
Yek ji girîngtirîn mijara ku bi rêya vê belgeselê wê were belgekirin, vegotina bê ka PKK çi ye, rê li ber çi vekiriye û dixwaze bigihîje ku derê ye.
Çareseriya pirsgirêka Kurd dîsa bûye rojeva sereke. Di van nîqaşan de meseleya ‘çekdanîn û fesixkirina PKK’ê’ derdikeve pêş. Di pêvajoyeke wiha de pêwîst e rola PKK’ê ya berê neyê jibîrkirin. Ne rast e ku PKK wekî "di dema berê de ma” were şirovekirin. Berovajî vê yekê girîng e ku bi hînbûna ji tecrûbeyên PKK'ê re, bingeheke xurt ji bo siberojê bê avakirin.
Dema ku cihê pîroz yê PKK’ê yê di nava têkoşîna azadiya Kurd de tê bibîranîn ku di dilê kesên welatparêz, şoreşger, demokrat, sosyalîst û hemû însanan de xwedî cihekî mezin e, bi kêmasî û serkeftinên xwe beşeke dîrokî li dû xwe dihêle. PKK wê bi belgesela ‘‘Vejînê’’ ku di pêvajoyeke wiha watedar de ku hebûna Kurd ji nû ve di rojevê de ye tê weşandin, wê hem bi dersên teorîk hem jî yên pratîkî-rêxistinî teqez di ruhê avabûnên şoreşgerî-sosyalîst ên nû de zindî bibe.
PKK’ya ku pêşengtiya têkoşîna dijwar ya 50 salî ya kiriye, tevî ku mîsyona xwe ya dîrokî temam kiriye jî wê teqez bi geşedanên xwe mohra xwe li binê gelek sedsalan bide. Belgesela ‘’Vejîna Kurd’’ bi xebateke wiha ya watedar tecrûbe, ceribandin û dersên paşerojê bi tomarkirina ji kesên eleqedar û şahidên zindî kuliyatek derxistiye holê.
Agahî û belgeyên çîroka vejînê ku wê ji bo nifşên nû werin veguhestin; wateyeke weke zindîhiştina wê ya bi rêya kirina çavkaniya jiyanê di nava xwe de dihewîne. Di serî de şehîd ku girîngtirîn hêz û xwediyên vê têkoşînê ne, lehengên dijîn, aliyê civakî û dostên wê bi rêya vê belgeselê tên li ba hev. Atmosfera hestiyarî ya ku belgesel li gel temaşevanan derdixe holê jî hê ji niha ve xwe dide hîskirin.
Belgesela ‘’Vejîna Kurd’’ vegotina dîroka têkoşîna paşeroja PKK’ê, nîşan dide ku herî kêm bi qasî xebateke vejîn û pratîka berxwedanî ya PKK’ê xebateke dijwar hewce dike. Vegotin û watedarkirina hemû tiştan ya li gel berfirehbûna agahiyan, cîhana wê ya hestiyarî û hêza hebûnê karekî ji belgeselekê wêdetir e.
Dîroka PKK’ê têr û tije ye ku têkiliya wê bi hemû beşên civakê re çêbûye. Bi qasî ku aligir û dildarên wê zêde ne neyarên wê jî hene. Dersên girîng ên ji têkoşîneke ku hem li çiyayan û hem jî li zindanan yanî di hemû qadên jiyanê de berxwedan û îxanet beranberî hev bûn, werin girtin derxistine holê. Bi vê belgeselê wê ji gelan,nifşên nû û dîrokê re mîrateyeke mezin were hiştin.
Belgesela ‘Vejîna Kurd’’, hemû geşedanên PKK’ê yên ku bi nepikan daye hev kêlî bi kêlî dihune û ji aliyê zindîhiştina bîra kollektîf û veguhestina wê ya ji bo pêşerojê ve gelekî girîng e. Pireke di navbera roja me ya îroyîn û pêşerojê de ava dike. Encamên bîra wê ji vê pirê derbas bibe û ji dersên dîrokî-civakî derxîne jî bi qasî dijwariya wê ew qasî jî fêrker in.
Yek ji girîngtirîn mijara ku bi rêya vê belgeselê wê were belgekirin, vegotina bê ka PKK çi ye, rê li ber çi vekiriye û dixwaze bigihîje ku derê ye. Ev belgesel, di nava xwe de vegotineke dîrokî ya ku girêdayî rehên civakê yên xwezayî yên ku ev pênc hezar sal in ji aliyê şaristaniya navendî ve hate wêrankirin, dihewîne. PKK’ya ku hêza xwe ji xwezabûna xwe distîne, bi nirxên xwe yên demokratîk, dostaniya wê ya li gel xwezayê û hişmendiya wê ya têkildarî azadiya jinan bingeheke nû ya civakîbûnê ava kiriye, girêdayî van yekan bi nûnertiya paradîgmaya xwe ya xwe dispêre avakirina civaka exlaqî-polîtîk hatiye zindîkirin.
Her çend PKK li gel avabûna xwe weke rêxistineke ku xwe dispêrî Kurdan jî bû ne tenê ji aliyê xaka Kurdan û gelê Kurd ve di heman demê de ji aliyê hemû bawerî û nasnameyên gelên li herêmê ve jî destkeftiyên gelekî girîng afirandin. Bi parastina reseniya aîdiyetên civakên cuda re roleke pêkhêner lîstiye û bûye hêza pêşeng a fikr û pratîkê. Belgesela vejînê, aha van çîrokên serdemên dîrokî vedibêje.
PKK’ê di tevahiya dîroka xwe de hemû mîrateya tevgerên çepgir-sosyalîst-şoreşger ên li Rojhilata Navîn derketine holê, daye ser milên xwe, girêdayî bîranên wan bûye û bi xwedîlêderketina wan ew kirine sedema têkoşîna xwe. Xwedî wê pratîkê ye ku li gel hemû gelan çarenûsa hevpar parve kiriye û li gel wan kar kiriye. Bi paradîgmaya xwe ya roja me ya îroyîn, bi afirandina çanda pêkvejiyana gelan û bi pêşengtiya avakirineke nû ya civakî ya xwe dispêre muhtewayeke demokratîk xwe daye îspatkirin. Belgesela vejînê, ev çanda jiyana hevpar di nava xwe yekparebûna rêza kronolojîk de gêre kiriye û di çarçoveya hunerekê de bi dîmenên serkeftî pêşkêşî temaşevanan dike.
PKK, ji welatên Emerîkaya Latîn bigirin heya DYE, Ewropa, Rûsya, Rojhilata Navîn û gelek deverên din bûye navenda şoreşgerên gelan. Bi pêkhateyên xwe yên ji nasname û baweriyên cuda bûye tevgereke ku xwe gihandiye karektereke enternasyonal. Dema ku temaşevanên belgeselê şahidiya vê cîhana PKK’ê ya rengîn dikin wê guhdariya çîrokên bêhempa yên kesên berê xwedana nava refên têkoşînê jî bikin.
Pêkan e ku em gelekîreseniyên PKK’ê bînin ziman. Yek ji reseniya wê ya herî girîng ew e ku bingeha xwe li ser stûnên kedê ava kiriye. Di bingeha nirxên ku bi têkoşîneke bêhempa hatine bidestxistin de kedeke mezin heye. Zanîn û fêmkirina şêwaza resen ya Rêbertiya PKK’ê, terz û tempoya wê yek ji pêşgavên nasîna PKK’ê ye.
Belgesela ‘’Vejîna Kurd’’ ji hemû beşên civakê re deriyekî laboratuwarekê vekiriye. Temaşevan wê di her çîrok, dîmen, analîzên civakî û kesayetî de li rastî heqîqeta ku bibêjin ‘’ev çîroka min e’’ werin. Wê bi saya vê laboratuwarê derfeta çavdêrîkirina dîroka ji mîtolojiyê bigirin heya ol, felsefe û ji serdema neolîtîkê heya şaristaniyên navendî bi dest bixin.
Beriya her tiştî temaşevan wê bi saya vê belgeselê şahidiya serhildana bêhempa ya civakeke hatiye perçekirin û dagirkirin ya li dijî pergala kapîtalîst a gerdûnî bikin.
Hemû kesên ku di çêkirina belgesela ‘’Vejîna Kurd’’ de xwedan ked in, ji afirînerên naverokê bigirin heya hemû xebatkaran layiqî spasiyeke mezin in. Keda wan a pîroz sax be.