Ji ber pandemiyê 300 hezar kes mirin

Li tevahî cîhanê 300 hezar kes mirin. Li Tirkiyeyê şewb belavî girtîgehan bûye, lê desthilat tiştekî nake.

Ji ber Covîd-19 li tevhaî cîhanê 300 hezar kest mirin. Her wiha nêzî 4 milyon û 460 hezar kes jî bi şewbê ketine.

Welatên herî zêde jê bandor bûne bi rêzê ve DYE, Qiralyeta Yekbûyî, Îtalya, Spanya û Fransa tê.

TIRKIYE

Li gorî rayedarên Tirk ku duh daxuyanî dan 143 hezar û 114 kes bi şewbê ketine, 3 hezar û 958 kes mirin.

KAMPANYAYA HDP’Ê

Kampanyaya Xwişk û Bira ya HDP’ê belavî bajaran dibe. Bi hezaran malbat di vê çarçoveyê de bûn ‘Xwişk û Bira’ û piştgiriya hev dikin.

GIRTÎGEH

Parlemeterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû têkildarî vîrûsa korona ya li Girtîgeha Sîlîvriyê pêşnûmepirsek ji 27 pirsan tê pêşkêşî Meclîsê kir. Komîsyona Lêkolînkirina Mafê Mirovan jî 27 daxwazname û ji bo lêkolînkirina qanûnê pênûmepirsa lêkolînê da.

Gergerlîoglû bal kişand ku desthilata AKP-MHP’ê li şewba li girtîgehan dinêre û got: “Bi taybet li beşa 7 û 8’an di nava hefteyekê de gelek kes bi şewba koronayê ketine û belav bûne. Li qawîşan hema bêje her kes bi şewbê ketiye. Rêveberiya girtîgehê nikare vê rewşê bi rê ve bibe. Her ku diçe şewb belav dibe.

BÎLANÇOYA LI HINEK WELATAN

Li DYE’yê 1 milyon û 430 hezar û 408 kes bi şewbê ketine, 85 hezar û 216 kes mirine.

Li Spanya 272 hezar û 646 kes bi şewbê ketine, 27 hezar û 321 kes mirine.

Li Îtalya 222 hezar û 104 kes bi şewbê ketine, 31 hezar û 106 kes mirine.

Li Fransa 178 hezar û 60 kes bi şewbê ketine, 27 hezar kes mirine.

Li Qiraltiya Yekbûyî 229 hezar û 705 kes bi şewbê ketine, 33 hezar û 196 kes mirine.

Li Elmanya 174 hezar û 98 kes bi şewbê ketine, 7 hezar û 861 kes mirien.

Li Belçîka 54 hezar û 288 kes bi şewbê ketine, 8 hezar û 903 kes mirine.

Li Hollanda 43 hezar û 481 kes bi şewbê ketine, 5 hezar û 590 kes mirine.

Li Swîsre 30 hezar û 463 kes bi şewbê ketine, 1 hezar û 870 kes mirine.

Li Îran 114 hezar û 533 hezar kes bi şewbê ketine, 6 hezar û 854 kes mirine.

Li Rûsya 252 hezar û 245 kes bi şewbê ketine, 2 hezar û 305 kes mirine.