Ji ber lehiya li Japonyayê bi dehan kes winda ne

Ji ber lehî û hezîna erdê ya li bajarê Atamî ya dikeve peravê navenda Japonyayê, bi dehan kes winda bûne.

Piştî lehî û hezîna roja Şemiyê pêk hat û şûnde xebatên rizgarkirinê destpê kir. Bi dehan kes winda ne.

Leşker û tîmên rizgariyê di nava herî û xirbeyan de bi pêş ve diçin, heta niha mirina 3 kesî ragihandine. Li gorî fermî tê gotin ku derdorî 20 kesî winda ne. Li gorî rayedarên xwecihî, di dema karesatê de ji 215 kesî ku tê texmînkirin li qadê bûn agahî ji dehan kesî nayê girtin.

Berdevkê saziya rêveberiya afat a Atamî Hîrokî Onûma yê ji AFP’ê re axivî, diyar kir ku hejmara kesên ku agahî jê nayên girtin daketiye 80’ê kesî. Li gorî bîlançoya berî niha hatibû diyarkirin ku agahî ji 113 kesî agahî nayê girtin.

Di dema karesatê de derdorî 13 mal û avahî hilweşîn an jî ziyanên mezin berketin. Ji ber lêhiyê û hezînê bi dehan mal hilweşabûn.