Ji ber Koronayê nimêja Înê li Îranê hate betalkirin

Li Îranê ya ku yek ji welatên herî zêde ji vîrûsa Koronayê bandor bûye, li hemû mizgeftên paytextên eyaletê nimêja Înê hatin betalkirin.

Li gorî televîzyona Îranê rêveberiya Tehranê biryar girtine ku li hemû mizgeftên paytexta eyaletan nimêja Înê betal kiriye.

Di rewşa heyî de li Îranê hema bêje li hemû eyaleta vîrûsa Covîd-19 belav bûye.

Li gorî bîlançoya fermî 2 hezar 922 kes bi vîrûsê ketine, ji van 92 kes mirine.

Serokkomar Hasan Rûhanî di daxuyaniya 4’ê Adarê dayî de got: “Ev nexweşiyeke veguheriye nexweşiyeke giştî. Hema bêje li hemû herêmên me dane û di aliyekê de nexweşiyeke gerdûnî ye.”

ALÎKARÊ SEROKKOMAR JÎ BI VÎRÛSÊ KETIYE

Li Îranê di nava kesên bi vîrûsê ketine de rayedarên di asta jor de jî hene. Li gorî malpera Wîre Îranê, yek ji van jî Alîkarê Serokkomar Îshak Cîhangîr jî heye. Rayedaran hê ve yek piştrast nekiriye. Li Îranê gelek çavkanî tîne ziman ku li Îranê hejmara kesên ji ber vîrûsê mirine yan jî bi vîrûsê ketine hê zêdetire, rayedar vê yekê diveşêrin.