Ji ber êrîşa artêşa Îsraîlê 4 Filîstînî mirin
Artêşa Îsraîlê dîsan êrîşî çalakiya protestoyê ya li Şerîda Xezzayê kir. Di êrîşê de 4 Filîstînî mirin.
Artêşa Îsraîlê dîsan êrîşî çalakiya protestoyê ya li Şerîda Xezzayê kir. Di êrîşê de 4 Filîstînî mirin.
Çalakiyên protestoyê ya Filîstiniyan a li Şerîda Xezzayê bi mehan e didome. Ev bi mehan e artêşa Îsraîlê êrîşî çalakiya protestoyê dike. Li gorî agahiyên nexweşxaneya xwecihî di êrîşa îro de 4 Filîstînî mirin û 5 jî birîndar bûn.
Berdevkê artêşa Îsraîlê got; “Bi mîlyonan Filîstînî li Şerîda Xezzayê rawestiyan û ber avêtin leşkerên Îsraîlê. Artêşa Îsraîlê jî li bijî ‘êrîşa bi beran’ serî li rêbazên belavkirinê da û fîşekên rast bi ser mirovan de berdan.”
Welatiyên Xezzayê ji 30’ê Adara 2018’an ve ji bo vegera koçberên sala 1984’an û rakirina ambargoya Îsraîlê çalakiyan lidardixin.
Di êrîşên artêşa Îsraîlê de heta niha 212 kes mirin. Leşlerekî Îsraîlê jî ji aliyê Filîstîniyan ve hatiye kuştin.