Hûsî dîsa li ber çavê gel mirovan dikuje

Li Yemenê Hûsiyên Şîî piştî salan dîsa li Sanayê ya ku paytext e li ber çavê gel mirov kuşt.

Sê kesên ji ber ku li dijî zarokan sûc kirine, li Sanayê li pêşberî gel ji pişt ve gule bera wan dan û hatin kuştin.

Bi sedan kes ji bo temaşekirinê kom bûn. Piştî Tebaxa 2018’an cara pêşîn li pêşberî gel kuştinên wisa pêk tê.  Di sala 2018’an de jî sê kesên ku tecawizî zarokan kiribû û zarok kuştibûn, piştî lêdanê bi vîncê ve hatibûn daliqandin.

Hûsiyên alîgirên Îranê de li Sanayê û li bakurê welat rejîmeke zordar ava kirine. Sana di sala 2014’an de ketibû bin kontrola Hûsiyan û şerekî giran dest pê kiribû. Li aliyekî hêzên hikumetê yên ku Siûdî Erebistan piştgiriyê didin wan û li aliyê din jî Hûsî hene yên ku Îran piştgiriyê didin wan.