HRW: Li Tirkiyeyê Rewşa Awarte qediya lê zext didomin!

Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan (HRW), di rapora xwe de ya ku di sala 2019’an weşand, ragihand ku hikumeta Tirk a zordar Rewşa Awarte rakiriye lê zext û zor didomin.

HRW’ê di rapora xwe ya sala 2019’an de diyar kir ku rêveberiya zordar a serokkomarê Tirk Recep Tayîp Erdogan Rewşa Awarte rakiriye lê belê zext û zora heyî bi zêdeyî didomîne.

Di raporê de hat gotin, “Mixalîf bi hincetên pûç û vala ên terorê bi demdirêjî di girtîgehan de tên ragirtin. Ev jî li Tirkiyeyê bûye rewşeke ji rêzê.

HÊVIYÊN VEGERÎNÊ ŞIKESTIN

HRW’ê bi bîr xist ku hilbijartina 2018’an di bin atmosfereke gelek giran de derbas bû, çapemeniyê mixalif sansur kirin, namzedê serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş di girtîgehê de tê ragirtin, di navengeke wiha de hilbijartin hatiye kirin.

Di raporê de ji bo Tirkiyeyê ev nirxandin hat kirin:

“Dadgehên Tirkiyeyê ne serbixwe ne. Zagonên ‘têkoşîna li dijî terorê’ tê îstîsmarkirin û li dijî mixalifan bi kar tîne.

Gelek dozên di derbarê rojnamegeran de vebûyî bi mehkumiyetê encam bûne û rojnameger avêtine zindanê.

Dewleta Tirk û darazgeriya wê biraya Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ya di derbarê siyasetmedar Selahattîn Demîrtaş de ji bo berdana wî hatî dayîn, pêk neanî. Nêzî du sal in di serî de Selahattîn Demîrtaş, gelek parlamenter, şaredar û siyasetmedar di zindanan de tên ragirtin.

Niha jî beriya hilbijartina ku wê meha Adarê pêk bê, li rojhilatê welêt(Kurdistanê) hiqûq ji holê hatiye rakirin.”