Hikûmeta Kolombiya û xwecihan li hev kirin!

Li Kolombiyayê hate ragihandin ku hikumet û xwecihan li hev kiriye û wê xwepêşandan bi dawî bibin.

Li gorî daxuyaniya Seroktiya Dewletê ya Kolombiya hevdîtinên di navbera Organîzasyonên Netewî û Herêmî yên Xwecih û hikûmetê de ku li herêma rêveberiya Cauca ya Monterîlla de Caldono ev 12 roj in didomin hevdîtin bi erênî qediyane.

Peymana ku dawî li xwepêşandanan anî, ku xwecih li tevahiya welêt dikirin û û gelek kes birîndar bûbûn, ji hêla nûnerên komên xwecih û Alîkarê Wezîrê Navxweyî Luîs Ernesto Gomez ve hate îmzekirin.

Gomes piştî daxuyaniyê got, ‘’Divê em hîn bibin ku li hev guhdarî bikin û arîşeyên xwe bi danûstandinê çareser bikin. Me hikûmetê xebatên ku di nav 10 mehan de em ê bikin da xwecihan.’’

Li Kolombiyayê gelê xwecih ev demek e bi banga ‘Mînga’yê çalakî dikir. Li Kolombiyayê ji wê tevgera hevpar re ku bi banga lîderên xwe gelê xwecih divive û bi hev re tevdigere û dawî li kar tîne, ji wê çalakiya re ku alîkariyê didine hev ‘mînga’ tê gotin.