Hêzên Yemenê ji bo pevguherîna girtiyan wê li Urdunê bicivin

Li ser daxwaza Neteweyên Yekbûyî rêveberiya Urdinê qebûl kir ku bi hêzên Yemenî re li ser pevguherandina girtiyan rûnin.

Civîn wê di navbeyna hikûmeta Yemenê û hêzên Hûsî yên Şiî de were kirin.

Urdinê li ser daxwaze Neteweyên Yekbûyî qebûlk ir ku malxwetîyê li civînê bike, nehate gotin bê ka civîn wê kengî were kirin.

Hikûmeta Yemenê û Husiyan meha borî di bin navê NY'yê de, ya bi navenda Swêdê li hev kiribûn.

Aliyan ji bo ku girtiyên ku wê werin berdan lîsteyek dabûn,ku lîste ji 15 hezar kesan pêk dihat. Tê payin ku pevgihuherîna giriyan li balefirxaneya Sanayê ya bi kontrola Husiyan û li balefirxaneya Sayunê ya bi kontra hêzên hikûmetê were kiri. Rêxistina Xaça Sor a Navnetewî wê çavdêriyê li pevguherînê bike.