Hêzên Ûkraynî piştî herêma Kurskê li dijî Belgorodê êrîş da destpêkirin

Hêzên Ûkraynî piştî herêma Kurskê a Rûsyayê vê carê jî li dijî Belgorodê operasyon lidar xist.

Artêşa Ûkraynayê ya ji sala 1945’an heya niha cara ewil dikeve herêma Kursk a Rûsyayê, li dijî herêma Belgorodê operasyonek li dar xist. 

Waliyê Rûsî Vyacheslav Gladkov di daxuyaniya xwe ya li ser Telegramê de hişyarî da ku ‘hêzên Ûkraynî hewl didin ku ji  sînorê Belgorodê derbas bibin.’

Gladkov diyar kir ku li herêma navborî rewş ‘’zehmet e lê belê di bin kontrola wan de ye.’’

Hate ragihandin ku nêzîkî 500 leşkerên Ûkraynî êrîşî li du nuqteyên kontrolê yên li Nekhoteyevka û Shebekinoyê kirine.  Ev nuqteyên kontrolê yên li Belgorodê, li ser sînorê herêma Kurskê ne.

Hêzên artêşa Rûsî jî ji meha Gulanê ve ye ji herêma Kurskê ber bi Harkivê ve ku herêma sînor a Ûkraynayê ye,  êrîşên xwe pêk tîne. 

Li aliyekî din jî hêzên Ûkraynayê li herêma Donbassê ji qonaxeke leşkerî ya dijwar derbas dibin.  Eniya Avdiivkayê ya li Donbassê ku ji destpêka şerê Ûkraynayê heya niha hatiye asêkirin, meha Sibatê ketibû destê hêzên Rûsî û ev yek bûbû sedem ku hêzên Ûkraynayî ji herêmê vekişin.

Her wiha artêşa Rûsî pêşdeçûna xwe ya ber bi Pokrovskê ve jî berdewam dike.

Di destpêka meha Tebaxê de hêzên Ûkraynî bi armanca ku hêzên Rûsî ji eniya Donbassê bide vekişandin, li herêma Kurskê operasyonek dabû destpêkirin. Lê belê wisa xuya dike ku hêzên Ûkraynî bi vê operasyonê encama ku dixest, bi dest neêxistiye.