HDP: Rûsya û Tirkiye divê qirkirina Çerkesan nas bikin

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo qirkirina Çerkesan nas bikin ku sala 1864'an li Rûsya Çarlik bû, her wiha ji bo qebûlkirina daxwazên Çerkesan bang li Rûsya û Tirkiyeyê kir.

Alîkara Hevserokên HDP'ê ya ji Komîsyona Gel û Baweriyan Berpirsyar Tulay Hatîmogûllari bi wesîleya 21'ê Gulana 1864'an salvegera qirkirina Çerkesan daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li vê cografyayê di dîroka gelan de felaketên gelekî mezin hene. Yek ji van felaket û qirkirinan Qirkirina Çerkes e ku 21'ê Gulanê pêk hat.

Çerkesên ku serxwebûna welatê xwe Çerkesya bi sedan salî ji dagirkeran parastin, di 21'ê Gulana 1864'an de li pêşberî Rûsya Çarlik têk çûn û sirgûn bûn. Ji welatê xwe hatin dûrxistin ku bi rêya bejahî û deryayî di nava şert û mercên li derveyî mirovahiyê hatin sirgûnkirin.

Bi vê sirgûnê re 1.5 milyon Çerkes ji xaka xwe, ji qadên xwe yên jiyanê hatin dûrxistin. Li ser rêya sirgûnê, li bendergehan zêdeyî 500 hezar Çerkesî jiyana xwe ji dest dan, hingî ev hejmar beşeke girîng a nifûsa Çerkesan bû. Yên sax man jî bi polîtîkaya îskanê ya Osmaniyan li Anatoliyê, Balkanan û Rojhilata Navîn (Sûriye, Iraq, Urdun) bi rengekî belawela hatin bicihkirin. Nasname, ziman û rêxistinbûn li wan hate qedexekirin, Çerkes li xaka ku lê hatin sirgûnkirin hatin asîmîlekirin.

Çerkes 156 sal in li edaletê digerin û li bendê ne ku mirovahî vê drama mezin bibînin û birînê wan bipêçin.

Di serî de Federasyona Rûsyayê ku berpirsyariya xwe ya dîrokî/siyasî heye û Tirkiye em bang li tevahiya cîhanê dikin ku qirkirina Çerkesan nas bikin.

Ji bo Çerkesên li dîasporayê bêşert û merc karibin vegerin welatê xwe derfetên madî û manewî pêşkêşî wan bên kirin, astengiyên li pêşiya rûbirûbûnê bên rakirin ku ev yek wezîfeya însanî, wijdanî û berpirsyarî ye."

Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bi navê HDP'ê ew Qirkirina Çerkesan şermezar dikin û wê her tim bi daxwazê Çerkesan re bin.