Guşarên DYA’ yên li ser Îranê Dûşemê destpê dike

Rêveberiya Washîngtonê ragihand ku wê roja Dûşemê guşarên li ser Îranê ji nû ve bi fermî destpê bike.

Qesra Spî 2015’an bi yek alî ji peymana enerjiya nukleer a Îranê vekişiya û li ser Îranê biryara guşaran dabû.

Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê Mîke Pompeo ragihand ku di çarçoveya peymanê de guşarên ku hatibû rawestandin wê ji nû ve destpê bikin û ji bo 8 welatan jî wê îmtiyaz were kirin. Pompeo navê 8 welatan diyar nekir.

Wezîrê Xezîneyê Steven Mnûchîn jî got bi giştî 700 kes û sazî ji aliyê DYA’yê ve di lîsteya reş de cih digrin.

Guşarên DYA’yê yên ku 5’ê Mijdarê destpê bike bi taybet dahata Îranê, petrol û bazirganiya gazê dike hedef. Gelek welatên ku di nava wan de Tirkiye jî heye ji guşarên DYA’yê bifikarin.

Welatên derhanina petrolê bi Îranê re dikin serî de Çîn, Hindistan, Tirkiye, Japonya û Koreya Başûr tê.

Li gorî malpera Bloombergê welatên ku îmtiyaz ji wan re hatiye danîn Hîndistan, Japonya û Koreya Başûr e. Bi vê ve girêdayî DYA daxwaz ji van welatan dike ku bazirganiya bi Îranê re dawî lê bînin.