Greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê di roja 34’an de ye

Ji bo şikandina tecrîdê li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger di roja 34’an de didome.

Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasboûrgê greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Çalakiya greva birçîbûnê di roja 34’an de didome.

Parlementera berê ya HDP’ê Dîlek Ocalan, Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç û siyasetmedar Mûstafa Sarikaya jî tê de 14 çalakgeran dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribûn.

Ji welatên wekî Elmanya, Fransa, Swîsre û Avûstûryayê nûnerên gelek saziyan û welatparêz hatin serdana çalakgeran.

Di heman demê de endamên Meclîsa Gel a Viyanayê, welatparêzên ji bajarên Lînz û St. Poltenê bi otobusan hatin Strasboûrgê û piştgirî dan çalakgeran.

Parlementerê Partiya Çep ê Parlementoya Eyaleta Hambûrgê Martîn Dolzer jî hate serdana çalakgeran. Dolzer diyar kir ku divê dewletên Ewropayê gelê Kurd bi tenê nehêlin.