Girtina santralên komirê tiştekî ji enerjiyê kêm nake

Li Elmanyayê ku pêdiviya enerjiyê 2 ji 5 paran bi santralên komirê tê dabînkirin, berevajî gotinên partiyên rastgir, ku santralên enerjiyê werin girtin jî wê taloke li ser ewlehiya enerjiyê çênebe.

Piştî hilbijartina 24’ê Îlonê di nava partiyên Yekîtiya Xiristiyan CDU-CSU û Partiya Keskan û Partiya Demokratên Azad (FDP) de, di hevdîtinan de yek ji mijara ku li ser li hev nakin dahatuya santrajên komirê ye. CDU-CSU û FDP dibêjin piştî santralên nukleerî ku wê 2022’yan werin girtin û piştre di nav çarçoweya têkoşîna dijî guherînên iklîmê de ku santranên komirê jî werin girtin li welêt wê di qada enerjiyê de valahiyek çêbibe.

HEKE 15 JI WAN WERIN GIRTIN JÎ WÊ 18 GÎGAWART ZÊDE HILBERÎN HEBE

Lê di xebata tîmeke pispor de ku Wezareta Aboriyê peywirdar kiribû diyar bû ku ji nav 148 santralên komirê yên Elmanya ku bi dehan jê werin girtin jî  wê enerjî kêm nabe. Li gorî vê santralen komirê yên li Elmanya ji pêdiviya welêt 25 gîgawattê zêdetir elektrîkê hildiberînin.

Lê ev hilberîn ew çend zêde ye di xetên belavkirina elektrîkê de barek zêde çêdibe û tenê ji bo rêveberina vî barî neçar dimînin ku 1 milyar euro xerc bikin. Ev jî diçe ser fatoraya bi milyonan aboneyan.

Heke santralên komirê yên ku sazkar in werin kêmkirin, zêdetkirina kanên enerjiyê yên ku dikarin werin nûjenkirin û veguhaztina vê ya bi ser xetên belavkirinê ve wê hêsantir bibe.

Li gorî raporên pisporên Wezareta Aboriyê li Elmanya ji santralên komirê yên navincî 12-15 jê werin girtin jî dîsa jî wê 18 gîgawatt zêde elektrîk bimîne. Ev ê j îbarê xetên belavkirina sivik bike, tenê wê îxracata elektrîkê ya Elmanya kêm bike.

RAPORA KU WÊ DESTÊ PARTIYÊN ÇEPGIR QELS BIKE

Piştî vê raporê wê pozîsyona êdî CDU-CSU û FDP wê bi hêsanî nikarin santralên komirê biparêzin ku ev pozîsyona wan ziyan dida pêkanîna armancên li ser iklimê. Kesk dixwazin ji santralên mezin ên welêt dixwazin 20 jê werin girtin, CDU-CSU û FDP jî dixwazin ku ev hijmar herî pir 10  be.